Ji Mesrûr Barzanî bo wefata Seyda Sêx Mele Evdirehman peyama serxwesiyê

18 October 2020 11:16 0 dîtin
Ji Mesrûr Barzanî bo wefata Seyda Sêx Mele Evdirehman peyama serxwesiyê

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser koça dawî ya alimê naskirî yê Kurd ji devera Hacîbeyran û Botan Seyda Şêx Mele Evdirehmanê Şêx Mihemedê Şêx Şemsedînî, sersaxî da kurê Seyda Arif Zêrevan.

(Seyda Şêx Mele Evdirehmanê Şêx Mihemedê Şêx Şemsedînî wefat kir)

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya sersaxiyê wiha ye:

Birayê hêja kek Arif;

Ez bi bihîstina wexera babê we gelekê xemgîn bûm.  Xwedê rehma xwe lê bike û bi beheştê şad bike. Wexerkirina zanayên ayînî û mirovên mezin xemeka mezin û barekê giran bo me bi cih dihêle. Hêviya min ew e ko Xwedê sebr û hedarê bide malbat û hemî kesûkar û hezjêkiriyên xwedêjêrazî. Ez xwe şirîkê xema we dizanim û careka dî sersaxiyê li we dikim.

Înna Lîllah we Înna Îleyhî racîûn.

Birayê we

Mesrûr Barzanî