Ji Mesrûr Barzanî ji bo wefata Seydayê Evdilmecîd peyama serxwesiyê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya koça dawî ya Seydayê Mele Evdilmecîd ku li Kurdistanê naskirî ye, peyameke sersaxiyê weşand.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de, hevbeşiya xwe bi xema malbata Seydayê Evdilmecîd anî ziman.
Mesrûr Barzanî di peyamê de wiha got:
“Silav û rêz;
Hêvîya min ew e xwedê cihê wî bike beheşet û efû bike. Xwedê sebr û tehemûle bide we û malbata wî. Înşelah ev dawî nexweşiya we be. Sersaxiyê li we û malbata xwedêjêrazî dikim û em hevbeşê xema we ne.
Digel rêz û silavên birayê we Mesrûr Barzanî”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin