Mesrûr Barzanî ji ber wefata Mela Behirkeyî sersaxî da mamosteyên olî yên Kurdistanê

06 April 2023 18:52 0 dîtin
Mesrûr Barzanî ji ber wefata Mela Behirkeyî sersaxî da mamosteyên olî yên Kurdistanê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya zana û kesayetê olî û civakî yê navdar ê Kurdistanê Mamoste Mela Teyîb Ebdullah Behirkeyî peyameke sersaxiyê belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama sersaxiyê ya îro 6ê Nîsanê belav kir de, ji ber koça dawî ya Mamoste Mela Teyîb Ebdullah Behirkeyî hevxemiya xwe ji malbat û kesûkarên wî û mamosteyên olî yên Kurdistanê re nîşan da.

Mesrûr Barzanî got: “Ji ber koça dawî ya zana û kesayetê olî û civakî yê navdar ê Kurdistanê Mamoste Mela Teyîb Ebdullah Behirkeyî, pirse û sersaxiyê arasteyî malbat û kesûkarên Birêz Mamosteyê rehmetî û mamosteyên olî yên Kurdistanê dikim û hevxemê wan im. Xwedayê mezin giyanê wî bi bihiştê şad bike û aramî û dilnewayî jî bibexşîne her kesî.”