Ji Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo wefata Barzan Mela Xalid

25 August 2020 14:14 0 dîtin
Ji Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo wefata Barzan Mela Xalid

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê bi boneya koça dawiyê ya Pêşmerge û ragihandkarê naskirî yê Kurdistanê Barzan Mela Xalid, serxweşî li malbat, kesûkar û hevalên wî kir.

Pêşmergeyê Şoreşa Eylûl û Golanê û ragihandkarê naskirî yê Kurdistanê Barzan Mela Xalid ji ber nexweşiyê îro li nexweşxaneyeke Enqerê koça dawiyê kiribû.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de got, "Koça dawiyê ya têkoşer û ragihandkarê naskirî yê Herêma Kurdistanê Kak Barzan Mela Xalid ez gelekî xemgîn kirim. Pirse û serxweşiyê malbat wî ya birêz û kesûkar û hevalên wî dikim."

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir, "Kak Barzan xebatkar û têkoşerekî diyar ê her du şoreşan, Şoreşa Eylûl û Şoreşa Gulanê bû ku bi dengê xwe yê dilêr di xizmeta Pêşmerge û şoreşa Kurdistanê de bû. Di dema raperîna 1991an de û piştre jî wek parlemantar û Birîkarê Wezîrê Rewşenbîrî roleke wî ya berçav di xizmetkirina tevgera rewşenbîrî ya Kurdistanê hebû. Xwedêyê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û bîranîna wî her dem zindî be."

Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Barzan Mela Xalid wefat kir