Ji Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo wefata siyasetmedar Celîl Gadanî

06 August 2020 15:10 0 dîtin
Ji Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo wefata siyasetmedar Celîl Gadanî

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya siyasetmedarê naskirî yê serkirdeyê ji Rojhilatê Kurdistanê Celîl Gadanî peyameke sersaxiyê belav kir.

Siyasetvanê navdarê Hizba Demokrat û Rojhilatê Kurdistanê, Celîl Gadanî îro 6ê Tebaxê bi sedema koronayê jiyana xwe ji dest da. Sekretariya Hizba Demokrata Kurdistanê ragihandiye, Celîl Gadanî heftiyek bû ku bi vîrusa Koronayê ketibû.

Sekretariya Hizba Demokrata Kurdistanê îro bi daxuyaniyekê wefata Celîl Gadanî ji nexweşiya koronayê ragihand.

Di daxuyaniyê de hatibû got, "Celîl Gadanî, ku nêzîkî hefteyekê bû li nexweşxaneyeke Herêma Kurdistanê di jêr çavdêriya hûr a pizîşkî de bû, îro Pêncşemê koça dawî kir."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya serkirdeyê Rojhilatî Celîl Gadanî, peyamek belav kir û tê de wiha got:

“Bi keserek mezin, min xebera koça dawî ya têkoşerê dêrîn yê Rojhilatê Kurdistanê mamosta Celîl Gadanî bihîst. Ji ber wê jî ez sersaxiyê didim malbata wî ya birêz û hêvîdar im Xwedayê mezin ruha wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê jî bide xizm û hevalên wî.

Termê Celîl Gadanî dê îro li bajarê Koye yê Herêma Kurdistanê bo axê bê spartin.

Kurtejiyana siyasî ya Celîl Gadanî:

Celîl Gadanî sala 1934an li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û sala 1948an bûye endamê Hizba Demokrata Kurdistanê û paşê di serdema Mihemed Riza Şahê Pehlewî de ji ber çalakiyên xwe yên siyasî hatibû girtin û 13 salan hatibû zindanîkirin.

Sala 1988an Celîl Gadanî û hejmarek endamên Hizba Demokrat ji partiyê cuda bûn û navê Hizba Demokrata Kurdistana Îran-Rêberiya Şoreşgêr li xwe kirin û Gadanî bû Sekreterê Giştî yê wê baskê Hizba Demokrat.

Celîl Gadanî heta sala 1996an ku ew baskê cudabûyî careke din bi Hizba Demokrat re dibe yek, wek Sekreterê Giştî yê Rêbertiya Şoreşgêr ma. Paşê di kongreya 10an a Hizba Demokrat de, yekemîn kongreya piştî yekgirtina herdu aliyên Demokrat, Gadanî dîsa weke endamê rêberî û endamê Polîtboruya Hizba Demokrat hatiye hilbijartin.

Sala 2006an ku careke din Hizba Demokrat perçe bû û bû du beş, Celîl Gadanî dîsa yek ji wan kesên cuda dibe.

Di kongreya 14an a Hizba Demokrata Kurdistanê de ya piştî perçebûna Demokratê, Gadanî weke Berpirsê Komîsyona Çavdêrî ya HDKê hatibû destnîşan kirin.