Mesrûr Barzanî peyama serxwesiyê bo wefata hunermend Sabir Kurdistanî belav kir
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyama serxweşiyê bo wefata hunermend Sabir Kurdistanî belav kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro peyameke serxweşiyê bo malbata hunermend Sabir Kurdistanî belav kir û ragihand: ‘’Mixabin nûçeya koça dawî ya hunermendê niştimanperwerê navdar ê Kurdistanê Sabir Kurdistanî me bihîst. Ez serxweşiyê li malbata birêz dikim û ji xwedayê mezin daxwaz dikim wî bi bihuştê şad bike û aramî û sebrê bide kesûkar û hevalên wî.’’
Hunermendê Kurd Sabir Kurdistanî, do êvarî ji ber nexweşiya vîrusa Koronayê wefat kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin