Ji Mesrûr Barzanî peyama serxwesiyê bo wefata nîgarkês Cemal Bextiyar

16 October 2020 15:27 0 dîtin
Ji Mesrûr Barzanî peyama serxwesiyê bo wefata nîgarkês Cemal Bextiyar

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 16ê Cotmehê ji ber wefata nîgarkêşê naskirî yê kurd Cemal Bextîyar peyameke serxweşiyê belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke di peyama xwe de got: “Bi xemgîniyeke zêde me koça dawî ya hunermendê nîgarkêşiyê yê naskirî Cemal Bextiyar bihîst ku hunermendekî nîştimanperwer û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê bû, şoreşên Kurdistanê û Pêşmerge û siruşt û jiyana kurdewarî, babetên serekî yên karên wî bû.”

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de serxweşî li malbata Xwedê jêrazî kir û got: “Xwe hevxemê malbatê dizanim. Xwedayê mezin giyanê wî bi behiştê şad bike û aramiyê bide malbat û xizmên wî.”

Derbarê nîgarkêş Cemal Bextiyar de;

Cemal Bextiyar kesayetekî niştimanperwer û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û dost û hevalê Serok Barzanî bû.

Piraniya tabloyên wî derbarê Şoreşa Îlonê bûn. Gelek wêneyên Mela Mistefa Barzaniyê Nemir çêkiribû. Herwiha gelek wêneyên sirûşta nuwaze ya Kurdistanê jî xêz kiribû.

Hunermendê nîgarkêş Cemal Bextiyar di sala 1927an de li Silêmaniyê jidayîk bûye. Di sala 1946an de li Komara Kurdistanê ya li Mehabadê beşdar bûye û Pêşewa Qazî Mihemed nasnavê Bextiyar lê daniye.

Di sala 1957an de endamê Desteya Rêveberiya Komeleya Hunerên Ciwan a Silêmaniyê bû, nîgarkêşekî realîst û xweşnivîsekî bi şiyan bû.