Ji Mesrûr Barzanî bo wefata Pêsmergeyê Soresên Îlon û Gulanê peyama serxwesiyê

29 November 2020 17:10 0 dîtin
Ji Mesrûr Barzanî bo wefata Pêsmergeyê Soresên Îlon û Gulanê peyama serxwesiyê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê Hesen Şêx Mistefa Boselî, peyameke serxweşiyê belav kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Bi xem û kovanê ve, me peyama malavahiya kesayetiya niştimanperwer û Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê Hesen Şêx Mistefa Boselî bihîst. Behî û serxweşiyê li malbata wî ya têkoşer dikin.

Xwedêyê mezin wî bi bihuştê şad bike û sebr û hedarê bide kesûkar û hevalên wî.”