Serok Barzanî li ser wefata Pêsmergeyê Soresên Îlon û Gulanê peyamek belav kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li ser wefata Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Mûsa Ebdula Silêman peyameke serxweşiyê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: "Bi navê xwedayê bexşînde û mîhreban. Bi mixabinî nûçeya koça dawî ya kesayetiya niştimanperwer û Pêşmergeyê şoreşa Îlon û Gulanê Mûsa Ebdula Silêman ku wekî Mûsa Hergundî tê naskirin, gehîşte me."
Serok Barzanî di dewamê de diyar kir, "Serxweşiyê li malbat, kesûkar, dost û merivên xwedê jê razî Mûsa Ebdula Silêman dikim û ez xwe wek şirîkê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê xwedê jê razî Mûsa Ebdula Silêman bi beheşta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyekî. Ana lle û Ana Aliye Raciûn."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin