Ji Mesrûr Barzanî peyama serxwesiyê bo wefata siyasetmedarê Kurd Sefîq Qezaz

23 October 2020 14:54 0 dîtin
Ji Mesrûr Barzanî peyama serxwesiyê bo wefata siyasetmedarê Kurd Sefîq Qezaz

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser wefata nivîskar û siyasetmedarê naskirî li Silêmaniyê Şefîq Qezaz ku şeva borî koça dawî kiribû, peyameke serxweşiyê weşand.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de, sersaxî ji malbata Şefîq Qezaz re xwest û wiha got: "Mixabin min nûçeya koça dawî ya nivîskar û kesayetiyê navdar yê bajarê Silêmanî û wezîrê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şefîq Qezaz bihîst. Serê malbata birêzî sax be. Xwedayê mezin canê wî bi bihûşta xwe şad bike. Aramiyê ji kesûkar û malbata wî re dixwazim.”

Derbarê Şefîq Qezaz de; 

Şefîq Qezaz nivîskar û lêkolînerê siyasî û endamê Akademiya Kurdî bû. Berhemên wî yên sereke Ferhenga Şarezor û Ferhengoka Kurdî-Ingilîzî ne.
Qezaz dema Şoreşa Îlonê nûnerê şoreşê yê Ewropayê bû û piştî serkeftina şoreşê ji 1994an heya 1996an di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Wezîrê Alikariyên Mirovî û serokê Akademiya Kurdistanê bû.