Ji Serok Barzanî peyama serxwesiyê bo malbata hunermend Selam Koyî

17 August 2021 20:26 0 dîtin
Ji Serok Barzanî peyama serxwesiyê bo malbata hunermend Selam Koyî

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê li ser wefata hunermend û şanoger Selam Koyî pêşkeşî malbat û kesûkarên wî kir.

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya hunermend û şanogerê mîllî Selam Koyî gihîşt me. Selam Koyî hunermendeke xweşdivî û niştimanperwerê Hewlêr û Kurdistanê bû û bi dilsoziyê ve ji bo pêşveçûna huner û şanogeriya li Kurdistanê kar kiriye û çendîn salên dûr û dirêj xizmetê kiriye û cihê destên wî di dîrokê de diyar e.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên xwedê jêrazî Selam Koyî û hemû dost û nasên wî û hunermendên bajarê Hewlêr û Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî Selam Koyî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşîne.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em Ji Xweda Hatin û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

17.08.2021