Ji Serok Barzanî peyama serxwesiyê bo dostê qedîm ê doza Kurd
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 1ê Tebaxê bi boneya koça dawî ya Milazim Xidir peyamek serxweşiyê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de ji bo Milazim Xidir got, “Dostê doza rewa ya gelê Kurdistanê bû û jiyana xwe ji bo Pêşmergetî û xebata dijî dîktatoriyê veqetandibû.”
Di peyama xwe de Serok Barzanî diyar kir, “Bi mixabinî min nûçeya koça dawî ya tekoşerê navdar Ferîq Neiman Elwan Sihîl El Temîmî ku wek Milazim Xidir tê naskirin gihîşte min. Milazim Xidir kesayetî û xebatkarekî Partiya Komînîst (Şûî) a Iraqê û nêzîkî Barzaniyê Nemir û dostê doza rewa ya gelê Kurdistanê bû, ku jiyana xwe ji bo Pêşmergetî û xebata dijî dîktatoriyê veqetandibû.”
Serok Barzanî got: “Serxweşiyê li malbat û kesûkar û hevalên xwedê jê razî Milazim Xidir û hevalên Partiya Komînîst a Iraqê û temamê xebatkarên Iraq û Kurdistanê dikim û ez xwe wek şirîkê xema wan dizanim.”
Serok Barzanî dawiyê ji Xwedayê mezin daxwaz kir ruhê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin