Serok Barzanî peyama serxwesiyê li ser koça dawî ya Salih Mehmûd belav kir

11 November 2020 14:00 0 dîtin
Serok Barzanî peyama serxwesiyê li ser koça dawî ya Salih Mehmûd belav kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî li ser koça dawî ya Salih Mehmûd ku Pêşmergeyekî dêrîn, çalakvan, dîrokzanekî jêhatî û di heman demê de kurê meta Serok Barzanî bû, peyameke serxweşiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Bi mixabiniyê ve şeva derbasbûyî kurê meta min Salih Mehmûd ji ber nexweşiyê ve koça dawî kir. Xwedê jêrazî Salih Pêşmergeyekî dêrîn û xebatgêr û di heman demê de kesekî xwenas û dîrokzaneke jêhatî bû.”

Serok Barzanî hêviya şîfayê ji bo hemû nexweşan re xwest û hêvîdar e xwedayê mezin li miriyên hemû aliyekî xweş be.

Herwiha Serok Barzanî da zanîn, ji ber selametiya xelkê jî, pirse û sersaxî nehatiye danîn.