Ji Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Sêx Osmanê Sîrê peyama serxwesiyê

22 November 2019 16:27 0 dîtin
Ji Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Sêx Osmanê Sîrê peyama serxwesiyê

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi sedema koça dawî ya niştîmanperwerê Kurd ê naskirî, Şêx Osmanê Sîrê peyameke serxweşîyê belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata rêzdarê Şêx Osmanê Sîrê

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û navdarê olî û civakî, cenabê Hacî Şêx Osmanê Şêx Abdulqadrî Babê Şêxê Sîrê gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn da, pirse û serxweşiyê pêşkêşî we yên birêz û hemû xizm û nas û dostên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin lava dikim giyanê cenabê Şêx Osman bixe ber dilovaniya xwe û hedarê bide hemû aliyek.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
22.11.2019