Serok Barzanî, ji bo koça dawî ya ‘Gulebax’ peyamek belav kir
PeyamaKurd-Serok Mesûd Barzanî, li ser koça dawî ya pêşmergeyê Îlon û Gulanê, Refîq Arif Emîn (Gulebax) peyamek belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de da zanîn ku Gulebax, jiyana xwe bo azadî û serfiraziya gelê xwe terxan kiriye.
Peyama Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Refîq Arif Emîn wiha ye;
“Bi xemgîniyeke mezin, nûçeya koça dawî ya xebatkarê gelê me Kak Refîq Arif Emîn ku wekî Gulebax dihat naskirin, gihîşt me. Heval Gulebax pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê û xwediyê Medalya Barzaniyê Nemir û wefadarê rêbaza kurdinî û mirovekî xebatkarê devera Koye û Kurdistanê bû. Wî, jiyana xwe ji bo azadî û serfiraziya gelê xwe terxan kir û destdana wî xisareteke mezin e. Ez serxweşiyê li xwe û malbat û mirov û hevalên Gulebax û hemû pêşmerge û xebatkarên Kurdistanê dikim û xwe şirîkê xema wan dizanim. Ez ji Xwedayê mezin dixwazim ku ruhê rehmetiyê Gulebax, bi Buhişta Berîn şad bike û sebir û aramiyê bide hemuyan.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin