Serokwezîr Barzanî, li ser koça dawî ya Îsmaîl Xeyat peyamek belav kir

20 October 2022 16:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, li ser koça dawî ya Îsmaîl Xeyat peyamek belav kir

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser dilovaniya şêwekar Îsmaîl Xeyat, ji bo malbatê peyameke sersaxiyê belav kir. Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser xizmetên Xeyat ên di rêya welêt de kirine.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser koça dawî ya hunermendê Kurd Îsmaîl Xeyat ê ku şêwekarekî navdar bû, ji bo gelê Kurd û malbata Xeyat, sersaxî xwest. Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de got,

“Me bi xemginiyeke mezin agahiya koça dawî ya hunermend Îsmaîl Xeyat bihîst. Îsmaîl Xeyat, yek ji hunermendên herî bi ezmûn û navdar ê di warê şêwekariyê de bû ku salên dirêj bi rêya hunera xwe ji bo doza Kurd û Kurdistanê gelek xizmet kirine û ji bo me arşîveke mezin a tabloyan hiştine.

 Ji ber wê yekê jî bi koça dawî ya Îsmaîl Xeyat Kurdistan, qada hunera şêwekariyê ya Kurdistanê, hunermendekî mezin ji dest da.

Ez sersaxiyê li malbata wî ya rêzdar dikim û ez hevbeşê xema wan im. Xweda giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide hemû aliyan.”