Serok Barzanî ji bo koça dawî ya CarolinaXanê sersaxiyê li Fûad Husên kir

08 April 2024 13:30 0 dîtin
Serok Barzanî ji bo koça dawî ya CarolinaXanê sersaxiyê li Fûad Husên kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya hevjîna Dr. Fuad Husên peyamek belav kir û got, “Ez gelekî xemgîn im.”

Serok Barzanî, bi boneya koça dawî ya hevjîna Wezîrê Karên Derve yê Iraqê û Fuad Husên, Carolina Montessoriya ku xelka Holendayê ye peyameke sersaxiyê belav kir.

“Ez şirîkê xema we me”

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de ji ber koça dawî ya birêz Carolina Montessoriyê sersaxî ji Fuad Husên re xwest û got:

“Ez şirîkê xema we û malbata we me. Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim giyanê pak ê Carolina Xanimê bi bihuşta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide we.”