Serok Barzanî, bi sedema koça Sêxella Îbrahîm peyama sersaxiyê belav kir
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema koça dawî ya Şêxella Îbrahîm peyamekî sersaxiyê belav kir. Serok Barzanî got ku mamoste Şêxella Îbrahîm kesekî şoreşger, dilsozê axa xwe û milletê xwe bû. Xwe dabû daw û doza xelkê xwe. Serok Barzanî di peyama xwe de weha got:
“Min koça dawî ya mamoste Şêxella Îbrahîm bi xemgînî bihîst. Ew têkoşereke bê rawestan yê şoreşa êlûn û Gulanê bû. Xwediyê xelata madalya Barzanî bû. Ez sersaxiyê ji bo malbat, nas û dostên wî dixwazim û hevbeşê xema wan im. Koça wî ji bo me wendayiyekî mezine.
Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ruhê rehmetî Şêxellah Îbrahîm bi bihişta xwe şad bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin