Ji Serokwezîr Barzanî peyama serxwesiyê bo felaketa lehiyê ya li Ewropayê

16 July 2021 15:04 0 dîtin
Ji Serokwezîr Barzanî peyama serxwesiyê bo felaketa lehiyê ya li Ewropayê

PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê felaketa lehiyê ya li çend welatên Ewropayê rû daye û bûye sedema mirina bi dehan kesan peyameke serxweşiyê belav kir.

Serokwezîr Barzanî ji bo bobelata lehiyê ya li Almanya, Belçîka, Luksemburg û Holendayaê got ku ew ligel mexdurên felaketa lehiyê ye û diyar kir, “Hikûmeta Herêma kurdistanê serxweşiyê li hemû mexduran dike.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, hejmara mirinên lehiyê ku ji ber barana zêde rû daye her diçe zêdetir dibe û tenê li Almanyayê heta niha 81 kesan can daye.

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel jî bobelata çêbûye wekî felaketê pênase kir.