Ji Serokwezîr Barzanî peyama serxwesiyê bo wefata Kake Mem Botanî
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mersûr Barzanî, li ser wefata Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Kake Mem Botanî peyameeke sersaxiyê weşand.
Mesrûr Barzanî li ser wefata nivîskarê naskirî û Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd Kake Mem Botanî peyameke serxweşiyê belav kir û ji malbata Botanî re sersaxî xwest.
Serokwezîr Barzanî got, ‘Xwedayê mezin giyanê wî bi behiştê şa bike û aramiyê bide mirovên wî.’
Malbata Kake Mem Botanî îro beyaniyê ragihandibû ku ji ber nexweşiya koronayê koça dawî kiriye û îro li Hewlêrê cenazeyê wî bi xakê tê spartin ku ji ber rênimayên tenduristiyê taziye nayê danîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin