Serokwezîr Barzanî peyama serxwesiyê li ser wefata Pirseng Resîd Ebdulkerîm belav kir

21 September 2020 12:02 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî peyama serxwesiyê li ser wefata Pirseng Resîd Ebdulkerîm belav kir

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser wefata hevjîna Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê, Cafer Şêx Mistefa peyamek serxweşiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: ‘‘Birêz Şêx Cafer Şêx Mistefa, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê! Mixabin min xebera koça dawî ya hevjîna we ya birêz Pirşeng Reşîd Ebdulkerîm bihîst. Sersaxiyê didim we û hêvîdar im Xwedayê mezin, giyanê wê bi behiştê şa bike û sebr û hedarê bide we.’’

Şeva borî, hevjîna Şêx Ceifer şêx Mistefa, Pirşeng Reşîd Ebdulkerîm ji ber nexweşiyê wefat kir.