Serokwezîr Barzanî li ser wefata Omer Mîranî peyameke serxwesiyê belav kir

08 September 2022 20:41 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî li ser wefata Omer Mîranî peyameke serxwesiyê belav kir

PeyamaKurd - Nûnerê berê yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê Tirkiyê Omer Mîranî îro 8ê Îlonê ji ber nexweşiyê koça dawî kir. Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî koça dawî ya nûnerê PDKê yê berê li Enqerê peyamek serxweşiyê belav kir û sersaxî da malbat û kesûkarên Omer Mîranî.

Omer Mîranî yek ji endamê girîng ê PDKê bû û di sala 2017an de, nûnertiya wî ya PDKê li Tirkiyê bidawî bûbû.

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî koça dawî ya nûnerê PDKê yê berê li Enqerê peyamek serxweşiyê belav kir û ragihand: “Bi mixabinî ve me nûçeya koça dawî ya Pêşmergeyê xebatkar û kesayeta niştimanperwer Omer Mîranî, ku berê nûnerê PDKê yê li Enqerê bû bîhîst. Ez serxweşiyê li malbata wî ya birêz, kesûkar û hevalên wî dikim. Ji xwedayê dilovan daxwaz dikim ruhê wî şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyekî.”