Serokwezîr Barzanî ji ber wefata dayika wê sersaxî da Vîyan Sebrî

01 February 2022 20:56 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî ji ber wefata dayika wê sersaxî da Vîyan Sebrî

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê 1ê Sibata 2022yan bi sedema wefata dayika wê pêwendiyeke telefonî ligel Seroka Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî pêk anî û sersaxî dayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di pêwendiya telefonî de, hevxemiya xwe anî ziman û hêvî xwest Xwedayê mezin ruhê rehmetî bi bihuştê şad bike û sebr û aramîyê bide malbata wan.

Seroka Fraksiyona PDKê ya li Parlamentoya Iraqê Vîyan Sebrî jî spasî û pêzanînên xwe û malbata xwe ji bo pêwendî û sersaxiyê ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re anî ziman.