Ji Serokwezîr Mesûr Barzanî peyama serxwesiyê

01 November 2020 12:21 0 dîtin
Ji Serokwezîr Mesûr Barzanî peyama serxwesiyê

PeyamaKurd - Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyameke serxweşiyê ji ber koça dawî ya mamosta Fatîh Heme Emîn Beg belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 1ê Mijdara 2020an li ser wefata mamoste Fatîh Heme Emîn Beg peyameke serxweşiyê belav kir û tê de wiha got:

‘’Mixabin nûçeya koça dawiyê ya endamê encûmena rêveberiya PDKê li Kerkûk - Germiyanê mamosta Fatîh Heme Emîn Beg min bîhîst. Serxweşiyê li malbata birêz mamosta dikim û ji xwedayî mezin daxwaz dikim ruhê wî bi beheşta xwe şad bike û aramiyê bide kesûkar û hevalên wî.’’