Ji Mesrûr Barzanî bo malbata hunermend Kameran Ebdulrehman peyama serxwesiyê

30 December 2020 16:15 0 dîtin
Ji Mesrûr Barzanî bo malbata hunermend Kameran Ebdulrehman peyama serxwesiyê

PeyamaKurd – Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser wefata hunermend Kameran Ebdulrehman bi peyamekê sersaxî ji malbata wî re xwest.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peyama xwe de got: “Bi xemgîniyek mezin, min xebera koça dawî ya hunermend û medyakar Kameran Ebdulrehman bihîst. Ez serxweşiyê didim malbata wî ya birêz. Xwedayê mezin wî bi behiştê şa bike û hedarê bide mirov û malbata wî.”

Hunermendê kurd Kameran Ebdulrehman, îro 30yê Kanûna 2020an li bajarê Hewlêrê di temenê 56 salî de koça dawî kir.

Kameran Ebdulrehman sala 1964 li bajarê Kerkûkê ji dayîk bûye û 23 sirûdên netewî û 36 stran çêkirine ku di jenîna amûrên mûzîkê de jî pispor bû.