Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata Pêsmergeyê hilgirê Madalyaya Barzaniyê Nemir

03 April 2023 19:48 0 dîtin
Mesrûr Barzanî sersaxî da malbata Pêsmergeyê hilgirê Madalyaya Barzaniyê Nemir

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 3yê Nîsanê li ser wefata Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê û hilgirê madalya Barzaniyê nemir Mistefa Amêdî peyameke serxweşiyê belav kir.

Serokwezîr Barzanî got, “Bi xem û kovan û dilekî xemgîn ve, me koça dawî ya xebatkarê naskirî û qehreman û têkoşerê Kurdistanê û Pêşmergeyê herdu şoreşên Îlon û Gulanê û hilgirê madalya Barzaniyê Nemir, xwedê jê razî Mistefa Amêdî bîhîst.”

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de sersaxî da malbata Amêdî û diyar kir, “Serxweşiyê li xwe û malbata xwedê jê razî û xelkê Behdînan û Kurdistanê bi giştî dikin. Xwedayê mezin canê wî bi bihuşta xwe şad bike û sebr û aramiyê bide me û kesûkar û hevalên wî.”