Serok Barzanî serxwesî li malbata Tahîr Begê Baban kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro 28ê Tîrmehê, bi rêya telefonê ji bo koça dawî ya Şewboxan Tahîr Begê Baban, serxweşî li Şêx Mehmûd Hefîdzade kir.
Serok Barzanî hevxamiya xwe ji bo Şêx Mehmûd Hefîdzade û temamê malbata rehmetî Şewboxan Tahîr Begê Baban anî ziman û sersaxî ji bo malbatê xwest.
Di pêwendiya telefonî de, Şêx Mehmûd Hefîdzade jî li ser navê malbatê spasiya Serok Mesûd Barzanî kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin