Serok Barzanî: Miletê ku xwedî îradeya berxwedanê be, alîkariya dost û hevpeymanan jî bandoreke bas dike

07 September 2021 19:13 0 dîtin
Serok Barzanî: Miletê ku xwedî îradeya berxwedanê be, alîkariya dost û hevpeymanan jî bandoreke bas dike

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro sêşemê 7ê Îlona 2021ê li Selaheddîn pêşwaziya Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropa û Berpirsê Siyaseta Derve û Asayîşa Ewropayê Josep Borrell kir.

Di hevdîtinê de Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropa û Berpirsê Siyaseta Derve û Asayîşa Ewropa pesnê rola Serok Barzanî ya li dîroka xebata gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştina bi azadiyê kir û ragihand ku agahdarî têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê ne. Her wiha pêzanînên xwe ji bo rola hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstan û pêşwazîkirina sedan hezar koçber û penaberan de hebû. Eve jî xisterû ku asayîş û azadî û xweşguzeraniya gelê Kurdistanê ya ji bo Yekîtiya Ewropa girîngiyeke xwe ya taybetî heye û palpiştiya Yekîtiya Ewropayê ya ji bo gelê Kurdistanê dûpat kir.

Her di vê civînê de Serok Barzanî spasî hevpeymanan kir ku di şerê terorîstan de yarmetiya gelê Kurdistanê dane û tekez jî li wê yekê kir ku her miletek îradeya berxwedanê hebe ew e yarmetiya dost û hevpeymanan jî bandoreke baş dibe.

Gefên terorîstên DAIŞê mijareke dinê vê civînê bûn û Serok Barzanî sedemên serhildana DAIŞ ji bo şanda mîhvan şîrove kir û tekez jî li wê yekê kir ku gefa teror û DAIŞ hê jî her maye ji ber ku sedemên dirustbûna DAIŞê hê jî mane û nehatine çareser kirin. Serok Barzanî eve jî ragihand ku çanda dewlemenda pêkvejiyanê ya li nav gelê Kurdistanê rêgir buye ku terorîst bikarin li nav gelê me da pêgehek ji bo xwe dirust bikin.

Li dirêjahiya vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û her du alî hêviya wê yekê xwestin ku hilbijartineke paqij û bêkêşe birêvebiçê û encamên wê bibin sedema guhertin û aramî û pêkanîna xwestên welatiyan.