Serok Barzanî: Êrîsên bi vî rengî îradeya gelê Kurdistanê naskînin, bihêztir dikin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ye li Iraqê Alina Romanoskî kir û li ser êrîşa moşekî ya artêşa Pasdarên Îranê bi ser ser Hewlêrê de got, “Êrîşa artêşa Pasdarên Îranê bêbingeh bû û zilmeke mezin bû li hemî gelê Kurdistanê hatiye kirin, herwiha binpêkirina serweriya axa Iraqê û herêma Kurdistanê bû, lê êrîşên bi vî rengî îradeya gelê Kurdistanê naşkînin, belkî bihêztir û mukomtir dikin”.
Balyoza Amerîkayê jî di civînê de êrîşa Îranê wekî wekî binpêkirina serweriya axa Iraqê nirxand û got: “Ev êrîş bêbehane ne û em haydar in ku ew kesên bûne qurbanî sivîl in û ew cihê hatiye moşekbarankirin jî cihê akincîbûna sivîlan e”.
Balyoza Amerîkayê li Iraqê behsa wê yekê kir ku armanca serdana wan diyarkirina dilsozî û hevxemî û piştevaniya wê û welatê wê ye ji bo gelê Kurdistanê ji ber êrîşa bêbehane ya artêşa Pasdarên Îranê bo ser Herêma Kurdistanê ye.
Serok Barzanî spasiya Balyoza Amerîkayê kir ji bo diyarkirina dilsozî û hevxemiya gel û hikûmetên Amerîkayê û ragihand, “Em herdem hebûna pêwendiyên mukom û dostane yên bihêz ên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi welatên cîran re ne dixwazin, li ser bingeha rêzgirtinê li serweriya axa yek û lihevkirinên hevpar”.
Serok Barzanî got: “Em qet bi girjî û alozî û têkçûna pêwendiyên xwe bi çi welatekî re nînin, berevajî, em dixwazin pêwendiyên me hevseng û dostane bin, lê em naçin bin barê sepandina biryar û siyaseta xwesepîn a çi welatan, herwiha em li jêr ti givaştin û êrîşan destan ji nirxên xwe yên bilind û pîroz û doza rewa ya gelê xwe bernadin”.
Serok Barzanî pesnê rolê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir, ku bizaveke rijd ji bo lidûçûn û peydakirina rastiyan kiriye û erkên destûrî yên li ser milên xwe li beranberî wê zilma li xelkê Kurdistanê hatiye kirin bi cih anîne.
Di dawiya hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê û deverê û dawî pêşhatan anîn ziman.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin