Serok Barzanî: Xelkê Qeladizê nîsan da ku îradeya gelê Kurdistanê ji napalman û siyaseta qirkirinê bihêztir e

24 April 2022 12:12 0 dîtin
Serok Barzanî: Xelkê Qeladizê nîsan da ku îradeya gelê Kurdistanê ji napalman û siyaseta qirkirinê bihêztir e

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Nîsanê di 48emîn salvegera bombebarankirina bajarê Qeladizê ji aliyê rejîma Beas a Iraqê ve peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de gotin, xelkê Qeladizê nîşan dan ku bi rastî îradeya gelê Kurdistanê ji moşekên Napalm û siyaseta qirkirinê ya dijminan bihêztir e.

Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: “Bi boneya 48emîn salvegera êrîşa li ser Qeladizê ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve, silavên xwe pêşkêşî xelkê wî bajarî dikim, wan nîşan dan ku bi rastî îradeya gelê Kurdistanê ji mûşekên napalm û siyaseta tunekirinê ya dijminan bihêztir e.”

24ê Nîsana sala 1974an, 4 balafirên şer ên rejîma Beas a Iraqê bajarê Qeladizê bombebaran kiribûn û bajar hatibû wêrankirin. Di encama wê bombebaranê de,163 kes şehîd bûbûn û zêdetirî 300 ke jî birîndar bûbûn. Bombebarana Qeladizê piştî Hîroşîma û Nagazakî ya Şerê Cîhanê yê Duyem, cara duyem bû ku çekên di asta navdewletî de qedexekirî hatin bikar anîn.