Serokwezîr Barzanî: Êrîsên li ser axa me, ne rewa ne

23 November 2022 18:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî: Êrîsên li ser axa me, ne rewa ne

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di merasîma vekirina qonaxa duyem û sêyem a projeya rêya 150 metrî ya li Hewlêrê de axivî û di axaftina xwe de cih da êrîşên li dijî axa Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di axaftina xwe ya îro de diyar kir êrîşên li ser Herêma Kurdistanê tên kirin, ne rewa ne û di axaftina xwe de bang li civata navneteweyî kir ku hemû êrîşên li ser axa Kurdistanê rawestînin.

Serokwezîr li ser êrîşên tên kirin, axaftina xwe wiha dewam kir:

“Mixabin me dît ku di dema borî de careke din Kurdistan hat bombebarankirin û em rastî çend êrîşên nerewa hatin. Hincetên cur be cur hatine dîtin ku êrîşî ser axa Herêma Kurdistanê bikin û serweriya ax û welatê me binpê bikin. Ev yek tu pirsgirêkekan çareser nake. Em hêvî dikin ku binpêkirinên wiha bi dawî bibin.

Hevdîtinên me ligel Hikûmeta Federal a Iraqê berdewam in û em careke din bang li hikûmeta Federal a Iraqê, civaka navneteweyî û Netewên Yekbûyî (NY) dikin ku dawî li van êrişên nerewa bînin. Divê êrîşên li ser welatê me bi dawî bibin.

Em ê xizmetên xwe bidomînin û karnameya hikûmeta xwe bi cih bînin. Dubare em ji hemû welatên cîran re dilniya dikin ku Kurdistan cihê aramiyê ye û ne cihê metirsiyê e. Em naxwazin aramî û asayîşa tu welatekî têk biçe. Em hêvîdar in ku ew jî bi heman çavan li dostaniya Kurdistanê û gelê wê binêrin. Em bi her awayî, her destdirêjiyeke li ser axa xwe şermezar dikin.”

Her wiha Serokwezîr Barzanî amadekariya şandên Herêma Kurdistanê ya ji bo serdana Bexdayê jî dubare kir û hêvî kir ku ji hemû pirsgirêkan re çareserî bên dîtin. Barzanî Amaje bi wê yekê kir ku hevkarî û hevahengiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de dê bibe sedema têgihîştina aramiyeke zêdetir û ev yek jî dê ji bo berjewendiya hemû Iraqiyan be.