Serokwezîr Barzanî bertek nîsanî êrîsên ser tûrîstan da
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li êrîşa bo ser tûrîstên Ereb peyamekî da û got:
“Kesên ku qedrê exlaq û qiymetên bilind yên civakê negrin, yên ku bi xerabî bide derve, her kî dibe bila bibe wê di çarçoveya qanûnan de wê li hemberê wan bi tundî kiryar bênkirin.”
Bi sedema di sersalê de hinek tevgerên nexweş li hemberê ew Erebên ku ji Bexda û deverên din hatibûn Kurdistanê çêbûn, li hemberê wan hin tiştên nexweş rûdabûn, serokwezîr Mesrûr Barzanî di derbarê wan bûyeran de peyamekî da û weha got:
“Mixabin li hemberê wan kesên ku ji Bexda û bajarên din yên Iraqê hatibûn Herêma Kurdistanê da sersala xwe derbas bikin, li hemberê wan hinek tevgerên ku li dijî exlaqê civaka Kurdistanê ne çêbûne.
Ez wan kiryarên ku li dijî exlaqê civaka me ne û ji me dûrin şermezar dikim. Herêma Kurdistanê di salên borî de ji Iraqê û ji deverên din bi mîlyonan kes hatinê, bûne koçber û xelkê Kurdistanê wan kiriye mêvanên xwe û Kurdistan bo wan warekî bi ewle bûye.
Hem bi hezaran tûrîst seredana Herêma Kurdistanê kirine û bi rêz hatine pêşwazîkirin. Di van rojên dawiyê de ew bûyerên qewimîn, ji çanda jiyana bihevre, aştiyane, dostane û xweşbîniyê dûrin.
Kesên ku vê çanda Kurdistanê bi xerabî îhlal dikin û dixwazin xerab bikin, wê di çarçoveya qanûnan de bi tundî bên cezakirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin