Serok Barzanî bertek nîsanî sewitandina Quranê da: Gelek bi tundî sermezar dikim...

29 June 2023 20:19 0 dîtin
Serok Barzanî bertek nîsanî sewitandina Quranê da: Gelek bi tundî sermezar dikim...

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li ser şewitandina Quranê li paytexta Swêd Stockholmê ji aliyê welatiyekî iraqî ve, peyamek belav kir û bertekek tund nîşan da.

Serok Barzanî got: "Kirdara nerawaya şewitandina Qurana pîroz bi tu awayekî naçê çarçêweya azadiya raderbirînê û hîç hêcetêk hilnagirê. Ev e birîndarkirina hest û soza hemû misilmanên cîhane û gelek bi tundî şermezar dikin."

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Kirdara nerawaya şewitandina Qurana pîroz bi tu awayekî naçê çarçêweya azadiya raderbirînê û hîç hêcetêk hilnagirê. Eve birîndarkirina hest û soza hemû misilmanên cîhane û gelek bi tundî şermezar dikîn. Ev cure kirdar dijî giyanê tebayî û pêkvejiyane û xizmeta gutara tarîtî û belavkirina riq û kînê dike û li ser hemû aliyek pêwîste rêgirîyê lê bikin.

Mesûd Barzanî

29ê hezîrana 2023