Serokê DEM Partî Tuncer Bakirhan bertekê nîsanî serokê CHP Özgür Özel da
PeyamaKurd – Serokê CHPê Özgür Özel ji bo serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan gotibû ku ‘Erdoğan bixwaze dikare di navbera Erdoğan û serokê Sûriyê Beşar Esed de navbeynkariyê bike’, serokê DEM Partiyê Tuncer Bakırhan bertekê nîşanî Özel da. Bakırhan roja Sêşemê di civîna grûba partiya xwe de got:
“ Birêz Özel! Erdoğan û Esad li ser dijminahiya Kurda hewl didin ku hevkariyekî bikin. Tu bi navbeynkariyê li dijî Kurda siyasetekî birê dixî? Fêda wê ne ji te re, ne ji me re û ne ji gelên Tirkiyê re nîne. Tişta divê tu bikî; tu siyaseta li Rojava û Sûriyê; ‘divê mirov ji bo dahatûya xwe birayarê bidin’ û tu vê siyaseta derve biparêzî.”
Özel, di 1ê Tîrmehê de di hevpeyvîna xwe ya di T24ê de hatibû belavkirin de gotiye:
“Ez dikarim Esed razî bikim da li ser masê rûnê. Tenê bila niyetekî Erdoğan ya weha hebe.”
Bakırhan, di axaftina xwe de got ku ew ne li hemberê hevdîtina bi Esad re ne lê divê hevdîtin ji bo çareseriyê be. Bakırhan axaftina xwe weha dewam kir:
“Ev, ne ji bo we û ne ji bo CHPê tewrekî rast nîne. Eger hun dixwazin bibin navbeynkar, li Îran, Iraq û Sûriyê ne ji bo şer lê ji bo siyaseta aştiyê bibin navbeynkar. Heya ev nebe, bi Şam, Tehran û Bexdayê re her hevdîtina ku li ser dijminahiya Kurda bêkirin, wê têk here.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin