Hevserokê DEM Paytiyê Tuncer Bakirhan li Wanê axifî

29 March 2024 21:21 0 dîtin
Hevserokê DEM Paytiyê Tuncer Bakirhan li Wanê axifî

PeyamaKurd – DEM Partî xwepêşandana xwe ya da dawiyê li bajarê Wanê kir û hevserokê partiyê Tuncer Bakırhan tevlî xwepêşandanê bû. Bakırhan ji bo hilbijartina 31 ê Adarê ji xelkê destekê xwest. Bakırhan got ku li Wanê xwepêşandana kampanya hilbijartina 31ê Adarê ya dawiyê dikin û weha got:

“Em ê bi xwurtî di 31 ê Aadarê de şaredariyên xwe bigrin û derfetên xwe ji bo xelkê xwe serf bikin. Ji bo destekê bidin aboriya malbatan, em ê ji bo jinan projeyên mînak çêbikin. Ji bo refaha milletê me gelek projeyên me hene.”

Ew kesên ciyê dengdana wan bajarê Wanê ye û niha li vê derê amade nînin, bila birayên me bi telefonê li wan bigerin da werin dengên xwe bikarbînin. Ji bo reqema dengên herî bilind bistînin, bila jinên hevalên me seferber bibin. Bila gêncên me betal rûnenên, bila rakin projeyên namzedên me û li mal û dukkanan bigerin. Li ser navê temamê bajaran ez silavê li têkoşîna xelkê xwe dikim.”

Bakırhan piştî axaftina xwe temamê namzedan da danasîn.