Bakirhan: Nabe DEM Partî ji bo çekdanîna HSDê tistekî bêje
PeyamaKurd – Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari, îro 10ê Adarê piştî banga Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê, dest bi gera hevdîtinên partiyên siyasî yên Parlamentoya Tirkiyê kirin.
Şanda DEM Partiyê pêşî serdana Partiya EMEPê kir û piştre jî li Navenda Giştî ya CHPê ligel Serokê CHPê Ozgur Ozel civiya.
Di civîna rojnamevanî ya piştî hevdîtinê de, Ozgur Ozel bi mercê ku xwînrijandin bê rawestandin û cihê çareseriyê parlamento be, piştevaniya xwe bo pêvajoya aştiyê diyar kir.
Hevserokê DEM Partiyê jî li ser pirsa ‘Gelo banga Ocalan a çekdanînê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)-YPGê li xwe digre?’ got, “Em nabin muxatebê meseleyeke wiha. HSD li Sûriyê hatiye damezrandin û bingeha xwe ji wir distîne. Nêzî 12 sal in li wir rêveberiyek heye. Loma jî DEM Partî ji bo çekdanîna HSDê nabe tiştekî bibêje. Ji xwe em bi zelalî dibînin bê bangewazî kê li xwe digre. Bi ya min ya herî rast e ew e ku em li ser jiholêrakirina şer û pevçûnên 50 salan hûr bibin û êdî ti beden bi axê neyên spartin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin