Serokwezîr Barzanî: Nabe biryarên takekesî û partîbûyînê, rê li ber karê hikûmetê bigirin!

15 January 2023 19:00 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî: Nabe biryarên takekesî û partîbûyînê, rê li ber karê hikûmetê bigirin!

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de nirxandinên dorfireh kirin û li ser mijara dahatê û nêzîkahiya YNKê, axivî û nirxandinên xwe bi rêya peyamekê, arasteyî xelkê herêmê kirin.

Serokwezîr Barzanî, di peyama xwe de qala girîngiya wekheviya hemû warên herê kir û da zanîn ku ew bi yeksanî li seranserê Herêma Kurdistanê dinihêre.

Serokê hikûmetê, di nirxandinên xwe wiha got:

“Welatiyên xweşewîst. Min û kabîneya xwe, li pêşberî Parlamentoya Kurdistanê û li pêşberî we, sond xwariye ku em ji bo berjewendiyên bilind ên gel û welêt û parastina pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê kar bikin. Ji ber wê yekê jî ji destpêka vê kabîneyê ve me li hev kir ku mîrateya 2 îdareyan ji holê rakin û biryarên hikûmetê, li seranserê Herêma Kurdistanê bi heman awayî bên cîbicîkirin.

Li tu beşeke Herêma Kurdistanê, nabe biryarên partîbûniyê yan jî biryarên takekesî rê li ber cîbicîkirina kar û bernameya hikûmetê bigire. Ez bi yeksanî li seranserê Herêma Kurdistanê dinihêrim û xwe li hember hemû welatiyên herêmê, li hemû parêzgeh û îdareyên xweser, berpirsiyar dibînim. Lê mixabin rêgirî li pêşiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin û vê yeê jî ziyan gihand jiyana welatiyên me.

Nêzîkî 2 salan e, di komkirina dahatê de û wendabûna pereyan a li bankên Silêmanî, Germiyan, Helebce û Raperînê de pirsgirêk hene. Me lêkolîn li ser vê pirsê kir û li Wezareta Darayî û Navxwe komîteyek ji bo lêkolîna vê pirsê ava kir. Lê belê eslê vê pirsgirêkê ew e ku hinek kes û alî, ji bo berjewendiyên xwe destêwerdanê di pêvajoya komkirina dahatê ji van sînoran dikin, ji ber wê jî ev kes û alî, berpirsiyarên ziyanên ku gihandine welatiyan û saziyên hikûmetê ne.

Zelalbûn ew e ku hikûmet bi xwe çavdêriya proseya komkirina dahatê bike, ne tenê agahdarî vê beşa ku ji hikûmetê re hatiye veqetandin be. Di destpêka vê kabînê de me hewil daye dahatên herêmê ji nû ve birêxistin bikin û heta asteke baş em serkeftî bûne. Her ji ber vê yekê jî me karî di destpêka pandemiyê de serdema dijwar a bêdahatê derbas bikin.

Welatiyên rêzdar!

Demek e ji aliyê dam û dezgehên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve ku hevbeşa sereke ya vê kabîneyê ye tê gotin ku li ser Silêmaniyê dorpêç heye. Hemû pisporên rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê dizanin ku dahata petrolê û her wiha ew beşa budceyê ya hin caran Bexdayê hatiye, bi awayekî yeksan hatiye dabeşkirin û mûçeyê karmendan jî hatiye dayîn. Tiştê balkêş jî ew e, dahata herêmê ya neneftî ye ku piranî wê ji dahata deriyên sînorî ye, lê mixabin rê nehat dayîn ku ev yek li Silêmanî, Germiyan, Helebce û Rapêrînê were rêkxistin, ji ber wê jî rêveberiya YNK ji rewşa van herêman berpirsyar e.

Heger berjewendiyên welatiyên me di ser berjewendiyên partiyê re bên danîn, wê demê çareseriya vê rewşê hêsan e û plan û bernameyên me ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê heye û ji bo çareserkirina wê jî me gavên baş avêtine. Lê mixabin pêşî li pêkanîna wê hat girtin û piştre jî kiryara terorkirina Hawkar Caf, ev prose bi temamî têk bir.

Pirsgirêkên darayî û mijara komkirina dahatê, ev nêzî 2 salan e berdewam e û li ser vê mijarê bi dehan civîn hatine lidarxistin û hêviyên baş ji bo çareserkirinê hebû. Biryara Encûmena Wezîran jî heye ku hêzên hevbeş bişînin deriyên sînorî, lê YNKê rê li ber wê girt û gefa wê yekê xwar ku heger ev yek were kirin dê şerê navxweyî derkeve. Ji ber wê jî di vê demê de dubare derxistina vê mijarê, tenê ji bo ronahî neyê xistin ser bûyera terorkirina Hawkar Caf li derdora paytexta Herêma Kurdistanê bû. Herêma Kurdistanê û Pêşmerge bûne sembola şerê li dijî terorê û nabe li navxweya Herêma Kurdistanê kesek ji bo yekalîkirina pirsgirêkên xwe, serî li terorê bide.

Di vê dozê de me tu aliyek tawanbar nekir, tenê navên çend kesên tawanbar hene ku divê radestî dadgehê bên kirin. Bi vê mebestê jî nivîseke fermî ji aliyên pêwendîdar ên Silêmaniyê re hatiye şandin. Her ji destpêkê ve me got ku divê komîteyek hevbeş a lêkolînê hebe û bila aliyê sêyemîn jî li ser asta navdewletî beşdarî lêkolînê bibin, lê mixabin tu bersiv ji vê daxwazê ​​re nayê. Ango pirsgirêka dahat û rewşa darayî ya Silêmaniyê tuneye. Ji me tê xwestin ku doza terorkirina Hawkar Caf bitepisînin ku ev jî daxwazeke nerewa ye û divê welatiyên Herêma Kurdistanê qebûl nekin.

Rewşa herêmê ji me daxwaz dike ku em pirsgirêkên xwe çareser bikin û bi xurtî pêşde biçin. Ji bo berjewendiya giştî û ji bo derbaskirina vê qonaxê, ez van xalan didim pêşiya raya giştî û hemû aliyan:

Yekem: Di derbarê doza terorkirina Hawkar Caf ku sedema sereke ya vê rewşa aloz e, ez bang dikim ku pêşî li tawanbar radestî dadgehê bê kirin û piştre komîteyek hevpar ji saziyên pêwendîdar bi amadebûna aliyekî navdewletî û nûnerên Parlamentoya Kurdistanê yan jI her welatekî dost ku bixwaze beşdar bibe, bê avakirin, ji bo ku di zûtirîn dem de lêpirsînek bi wan re were destpêkirin û encaman ji raya giştî re aşkere bikin.

Duyem: Di destpêka Kabîneya Nehemîn de daxwaz hat kirin ku pirsa nenavendî û şorkirina desthilatê di dahat û xerciyan de bê kirin, ji ber wê ev desthilat hat şorkirin. Niha tîma wezîran a YNKê daxwaza navendîkirina xerciyan dike. Heger wiha tê xwastin, divê berhevkirina dahatê jî bi navendî be û proseya berhevkirina dahatê, nemaze li xalên sînorî, di bin çavdêriya navendî ya hûr de be. Ji bo vê yekê jî divê hevahengî di navbera wezaretên darayî, navxwe û Pêşmerge de hebe ku rê li ber qaçaxçîtiyê û destdirêjî li ser dahatên sînoran bê girtin û ji bo vê armancê, avakirina hêzeke hevbeş gelekî pêwîst e.

Sêyem: Nabe astengî li pêşiya proseya çaksaziyê û yekxistina hêzên Pêşmerge hebe. Di vê kabîneyê de me pêngav bo çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge havêtine û divê hêza Pêşmerge, bibe hêzeke niştimanî ya bihêz, ji bo parastina qewareya destûrî ya Herêmê û dûrxistina gefan, dûrî ajandayên partîtî û takekesî.

Çarem: Ji bo berjewendiya giştî û proseya demokrasiyê li Herêmê, pêwîst e Parlamentoya Kurdistanê di zûtirîn dem de rûniştina xwe ji bo aktîvkirina Komîsyona Bilind a Hilbijartinan pêk bîne. Ji bo ku di pratîkê de gav ji bo hilbijartinan bên avêtin û pêwîst e îsal hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bên kirin û em di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de amade ne ku di zûtirîn dem de hemû pêwîstiyên hilbijartinan dabîn bikin.

Pêncem: Divê aliyên siyasî yên beşdar di hikûmetê de wekî partî, piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin û nabe di nav hikûmetê de bin û rola opozîsyonê bigirin. Pêwîst e wezîr û tîmên wezarî bernameya hikûmetê pêk bînin û pirsgirêkên siyasî neguhêzin nava hikûmetê. Divê pirsgirêkên siyasî li derveyê hikûmetê bên çareserkirin, ne ku karê hikûmetê asteng bikin."