Serokwezîr Barzanî: Nabe serjimarî wek karteke siyasî bê bikaranîn

10 September 2019 18:08 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî: Nabe serjimarî wek karteke siyasî bê bikaranîn

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Sêşemê pêşwazî li Wezîrê Plandanînê yê Iraqê Sebah Duleymî kir. Di hevdîtinê de guftûgo li ser serjimariya niştecihên Iraqê hat kirin, ku biryar e sala 2020an pêk were.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, serjimayarî karekî girîng e bo komkirina data û zanyariyan ku amrazekî alîkar dibe bo plandanînê, lê têbîniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser mîekanîzma encamdana serjimariyê hene û pêwîst e li ber çav bên girtin.

Serokwezîr Barzanî got, “Nabe serjimaarî wek karteke siyasî li dijî ti pêkhateyekê bikar bê.”

Di civînê de Wezîrê Plandanînê yê Iraqê bal kişand ser ku ezmûna Herêma Kurdistanê cîgir û serkeftî ye û serkeftina Herêma Kurdistanê jî serkeftinek ji hemû Iraqê re ye.

Duleymî got: “Niha derfeteke baş heye ji bo hemû pirsgirêk û giriftên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser binemaya destûrê bêne çareserkirin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ronî kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeyî û niyazpakiya xwe bo çareserkirina pirsgirêkan li ser binemaya destûrê nîşan da û wiha got:

“Hêvîdar in serdemeke erênî û nû di pêwendiyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de çê bibe, bi awayekî ku hevbeşiya rasteqîne, hevsengî û lihevkirin liber çavan bê girtin.”