Nêçîrvan Barzanî: Nabe Pêsmerge hêza partî û gruban be!

12 November 2019 17:09 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Nabe Pêsmerge hêza partî û gruban be!

PeyamaKurd - Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro beşdarî 26emîn dewreya perwerdeya akademiya leşkerî ya Zaxoyê bû û gotarek pêşkeş kir. 

Nêçîrvan Barzanî got, “Akademî cîhê serbilindiyê ye û Pêşmerge jî hêzeke xwedî moral û aştîxwaz û dostê jiyanê ye.”

Serokê herêma Kurdistanê ragihand. “Nabe Pêşmerge hêza partî û alî û gruban be. Divê Pêşmerge dûr be ji nakokî û milmilaneyên navxwe û bo çemkên siyasî û pirsgirêkên siyasî bi ti awayekî nabe hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bikarbê.”

Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Pêşmerge û xwebexşan di şerê dijî DAIŞê de bi merdane berevanî kirin û qurbanên mezin dan. Ev şer bo Pêşmerge hem ezmûnekî nû bû û hem giran bû, derfetek jî bû ku em kemasiyên xwe yên leşkerî em baş bibînin û wane û ders bû ku em bizanin çawa hêzeke Pêşmerge ya yekgirtî li ser bingehên leşkerî ava bikin. Şerê terorîstên DAIŞê de ti cudayî li ser bingehên partiyan nehatin kirin. Metirsî û gef wek yek li ser me hemûyan bû û ser hemû Kurdistanê bû. Ji ber wê pêwîst bû Pêşmerge jî yê hemû aliyan be. Bi yek hêz û yekgirtiyê li heman çeperî de berevanî bidin û li gel yek qurbanî bidin.’’

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, “Erkê Pêşmergetî erkê herî pîroz ê Kurdistanê ye. Hûn li hêzên Pêşmerge û hêzên din berdewam di asta bendewariya gel de bûn, DAIŞê we şikand û ev belgeya herî mezin e ku Kurdistan berdewam bi we serbilind e.”