Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê ti carî ji bo Îranê nabe çavkaniya metirsiyê
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê ti carî nabe çavkaniya metirsiyê li ser Îran û welatên cîran.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 12.09.2024ê li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê pêşwaziya Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û şanda pê re kir.
Di civîna ligel Pizişkiyan de; Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezîrê Derve û Cîgirê Serokwezîrê Iraqê Dr. Fuad Hisên, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û berpirsên pilebilind yên her du aliyan amadehî kirin.
Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe li hember vê serdanê nîşan da ku yekem serdana Serokomarê Komara Îslamî ya Îranê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ye û weke peyameke bihêz ya dostane di navbera her dualiyan da pênase kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwesteka Herêma Kurdistanê ya ji bipêşxistina pêwendiyan û berfirehkirina hevkariyên hevpar bi Komara Îslamî yaÎranê re di hemû waran de nîşan da û bal kişand ser wê yekê ku gelê Kurdistanê her tim rêz û hurmetê ji piştevanî û hevkariyên Komara Îslamî ya Îranê di rojên dijwar da digre.
Serokomarê Îranê kêfxweşiya xwe bi serdana Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û bal kişand ser ku, Komara Îslamî ya Îranê girîngiyê bi pêwendiyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re dide û dixwaze di hemû waran da pêwendiyên xwe digel wan baştir bike û pirsgirêk û astengiyên li pêşiya wan pêwendiyên ku hene ji holê rakin.
Her du aliyan pêwendiya dostane û yên dêrîn ya Îranê digel Herêma Kurdistanê di warên siyasî, civakî û çandî de bilind nirxandin. Piştre Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokwezîr behsa asta niha ya têkiliyên aborî û tevgera bazirganî û çawaniya berfirehkirina wan û warên hevkariyên hevbeş di navbera wan de kirin.
Herwiha di hevdîtinê de hin mijarên ku di berjewendiya her du aliyan de ne hatin gotûbêjkirin û behsa girîngiya parastina aramî û seqamgiriya navçeyê hate kirin û di vê çarçoveyê de tekez li ser wê yekê jî kirin ku, Herêma Kurdistanê ti carî nabe çavkaniya metirsiyê li ser Îran û welatên cîran û bi temamî pêdagirê rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Iraq û Îranê de ye.
Piştî hevdîtinê, Serokê Herêma Kurdistanê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê û şanda pê re digel aliyên siyasî, pêkhateyên olî û etnîkî yên Kurdistanê civînek pêk anîn ku, têde behsa girîngiya pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi Îranê re, dewlemendiya civakên pir olî û pir neteweyî kirin û her du aliyan tekezî li ser aştî, pêkvejiyan, yekrêzî û biratiya di navbera gelê navçeyê û tevahiya pêkhateyan de kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin