Tuncer Bakirhan: Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe li Tirkiyê astî çênabe
PeyamaKurd – Serokê HEDEPê Tuncer Bakırhan di civîna giştî ya meclisa Tirkiyê de axifî û got eger li Tirkiyê pirsgrêka Tirkiyê çareser nebe, wê hûzûr û aramî li Tirkiyê çênebe. Tuncer Bakırhan got kes nikare înkara hebûna Kurda bike û behsa girîngiya çareseriya demokrasiyê kir.
Bakırhan got ku li seranserê dinyayê û bi taybetî li Rojhilata Navîn siyaset ji xwe re li rêyekî nûh û nîzamekî nuh digere. Ev rewş, bi rengê şer, krîza aborî, koçberî û barîna rondikan digihê xelkên dinyayê. Bakırhan got:
“Her çendîn nav lê nehatiye danîn jî, şerê niha şerê 3em yê dinyayê ye. Di asta herêmî û cîh de, hewlên xebatên korîdorên enerjiyê tên avakirin, di vê pêvajoyê de pirsgirêka Kurd jî mezin dibe û mêzênê diguherîne.
Ew Kurdên ku hebûna wan, zimanê wan û mafên wan yên bingehîn nayê qebûl kirin hene û li her derê dinyayê ne. Eslê mijarê ev înkar û qebûlkirina tinebûna Kurda ye. Wê mijara Kurd di pêvajoya pêşiya me de, ber bi ku de bibin an ber bi ku de here, li ser tercîhên siyasî yên Tirkiyê ne. Tercîha ji niha û pê de gelo wê demokrasi be an şiddet be, xweşbînî be an reşbînî be, muzakere an pevçûn be? Di şûna rêyên heya niha em dizanin bibjêrin û şiddetê dewam bikin an wê rêyên ku kêm kes tê de çûne, tercîha wan bikin, em ê bibînin.
Ew aqilê ku gotina Kurd û terorê weke hev dibîne, di her gotinên me de, ji me re xala destûrê ya 3em nîşan didin, divê mijarê baş bifikire. Li vî memleketî li ser dahatûyê, aboriyê, refaha civakî û demokrasiyê her kî çi bêje jî, di encamê de koka mijarê mijara Kurde ku çareser nebûye. Înkara mesela Kurd bi kêrî tiştekî nayê û divê bê dîtin. Em herkesî dawet dikin ku bi eql û selîmî bifikire.”
Bakırhan her weha behsa bingeha pirsgirêka koçberiyê, bêkariyê û aboriyê kir ku bingeha van mijaran diçe ser neçareseriya pirsgirêka Kurd.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin