Bakirhan: Çaresernekirina pirsgirêka Kurd Kaosê mayînde dike
PeyamaKurd - Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, diyar kir ku heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin atmosfera kaosê ya li Tirkiyeyê ji holê ranabe.
Bakirhan di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de diyar kir ku sedema qeyrana aborî û “berdewamiya pergala xerab” ji ber çaresernekirina pirsgirêka Kurd e.
Bakirhan got, "Pirsgirêka Kurd hema bêje ji damezirandina komarê ve heye. Mixabin di sedsala yekemîn a komarê de, hewl hat dayîn ku pirsgirêka Kurd bi red, înkarkirin û zextan bê çareserkirin. Hema bêje 40 salên destpêkê yên komarê bi serhildanan derbaz bûn û çaryeka dawî ya sedsalê jî bi polîtîkayên tecrîdê derbas bûn. Niha divê em li paş xwe binêrin û çaresernebûna pirsgirêka Kurd bipirsin. Ez meraq dikim ka ev helwest çi sûdê li kedkar, xizan û gelên Tirkiyeyê û Kurdan dike.
"Ew ê sûdê li Tirkiyeyê jî neke"
Bakirhan pirsa "Çareserkirina pirsgirêka Kurd ziyanê dide kesî?" û vê pirsa xwe wiha bersivand:
“Zirarê nade ti kesî. Kurd gelek cuda ye, zimanê wan cuda ye. Bi hezaran sal in li vê erdnîgariyê dijîn. Ew yek ji damezrînerên eslî yên Komarê ne. Di dema avakirina komarê de bi can û xwîna xwe piştgirî dane. Redkirina daxwazên vî gelê ku herdem çarenûs û siberoja xwe bi pêkvejiyana bi gelên Tirkiyeyê re ditiye û di heman demê de dixwaze cudahiya xwe jî bijî, ji bo sedsaleke din ne ji bo me û ne jî ji bo Tirkiyeyê sûdekê nade bidestxistin."
Bakirhan pêwîstiya bi ciddiyet û nîqaşê çareserkirina pirsgirêka Kurd destnîşan kir û dom kir:
“Niha hûn dikarin bipirsin ka ev pirsgirêk çawa dikare bê çareserkirin; Çareserkirin pir hêsan e. Gelê Kurd êdî bi rêveberiyên xwe muxatabên xwe afirandiye. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de muxatabên aliyê Kurd aşkere li naverastê ne û di pêvajoya çareseriyê ya dawî de, ji bo çareseriya pirsgirêkê vîneke ciddî hate nîşandan."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin