Mehmet Uçum: Pirsgirêka Kurd a navxweyî çareser bû
PeyamaKurd – Piştî banga Abdullah Ocalan a ji bo PKKê dest ji çekan berde, daxuyaniya yekemîn ji Beştepeyê hat.
Şêwirmendê Serokomariyê Mehmet Uçum li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev tişt parve kir:
“Daxuyaniya Ocalan ji destpêkê ve di çarçove û naveroka Înîsiyatîfa Dewletê ya ji aliyê Serokomar Erdogan û Bahçelî ve hatiye dayîn de ye.
Di daxuyaniyê de di eslê xwe de wiha tê gotin; Hat gotin ku pirsgirêka nasnameyê nemaye, înkar bi dawî bûye, ne du netewe, ne du zimanên fermî, ne du welatî, ne daxwaza xweseriyê, ne daxwaza federasyonê. Dewleta unîter hat parastin. Hat destnîşankirin ku pirsgirêka Kurd a navxweyî ya li Tirkiyeyê ku li ser esasê înkar û redkirinê dihat îfadekirin, çareser bûye, pirsgirêk demokrasî, bi dewlet û civakê re entegrasyona, pêşxistina demokrasiyê ye. Bi zimanekî zelal hat gotin ku divê hemû kom çekên xwe deynin û rêxistina terorê xwe fesih bike. Ev tê wê wateyê ku pirsgirêka Kurd a derve ya ku bi rêya terorê li ser Tirkiyeyê tê ferzkirin, ku armanca wê parçekirina Tirkiyeyê ye û projeyek emperyalîst e, dema ku teror bi tevahî ji holê rabe, wê bi dawî bibe.
Ev bangewazî wê heta çi astê bê cîbicîkirin, êdî mijareke pratîkî ye û yên ku tevnegerin jî wê rastî encamên wê bên.
Beriya ku ev bang were kirin, diyar bû ku ew kesên ku bi rêbazên curbecur bang û serdema nû sabote bikin û jehrî bikin, provokasyonek mezin bû. Bi ser neketin, di pêşerojê de jî wê bi ser nekevin.
Hate gotin ku ew ê bangek bê muzakere, bê şert û merc be û ev jî bû.
Ji bo Tirkiyeyê êdî serdemeke nû dest pê dike.
Ji niha û pê ve her çiqasî zêdetir pêşdebirin û xurtkirina demokrasiyê daxwaz û berpirsyariya her kesî ye, parastina serxwebûn, yekîtiya erdnîgarî û yekîtiya siyasî ya Tirkiyeyê jî erka her kesî ye. Tu hincet ji kesî re nemaye ku dev ji aliyekê berde, dûr bimîne, an jî dijberî bike.
Em hemû bi hev re Tirkiye ne, divê em vê weke hêza 86 milyon kesî di her navgîn û qadê de nîşan bidin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin