Îmamoglû li Diyarbekirê: Heta ku Kurd bêjin pirsgirêka wan heye, pirsgirêka Kurd heye
PeyamaKurd – Namzetê Serokkomariyê yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû diyar kir ku divê çareserî bi diyalogê di navbera hemû beşên civakê de pêk were û got, "Heta ku Kurd bêjin pirsgirêka wan heye, pirsgirêka Kurd heye."
Namzedê Serokomariyê yê CHPê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, li Diyarbekirê xebatên xwe berdewam kir.
Îmamoglu di axaftina xwe de diyar kir ku divê Tirkiye aştî û aramiyê pêk bîne û got, “Bi tundî, pevçûn û terorê tu pirsgirêk çareser nabe. Divê çek bên bêdengkirin, pevçûn bi dawî bibe û çareserî bi diyalogê di navbera hemû beşên civakê de be.” Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Erkê me hemûyan, dewleta me ye ku em Kurd û hemû beşên civakê xwe weke hevparên vî welatî hîs bikin.”
Îmamoglu, ji bo çareseriya pêvajoya aştiyê îşaret bi Meclîsê kir û got, "Heta ku Kurd bêjin pirsgirêka wan heye, pirsgirêka Kurd heye. Divê ev pirsgirêk bi diyalog, zelalî, bi guhdarîkirina hemû aliyan, bi dilxwazî ya hemû aliyan, bi taybetî xizmên şehîd û xaziyan, divê bi îradeya dilxwazî ya hemû beşan çareser bibe, bi taybetî jî bi li TBMMê. Navnîşan ew e."
Îmamoglu da zanîn ku Selahattîn Demîrtaş bi neheqî li girtîgehê tê girtin û got, "Ji xwe bawer bin, ti carî baweriya xwe bi rojên xweş wenda nekin. Ti hêz nikare rê li ber hevgirtin û hêviyê bigire. Bi taybetî ew çend kes û ew qet nikarin bisekinin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin