Bakirhan: "Biryarê bidin, çareseriya demokratîk an dijminatiya Kurdan?"
PeyamaKurd - Hevserokên Giştî yên DEMê Tûlay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, roja Yekşemê 16ê Sibata 2025an li Wanê li dijî tayînkirina qeyûmê daxuyaniyek dan.
Bakirhan anî ziman ku zîhniyeta ku rê nade gel bi wan re hevdîtinê bike û di navbera wan û gelê Wanê de barîkat danîne şermezar kir û got, “Gelê Wanê got, 'Hûn şaredariyê xesp dikin, lê ez ê li ser sindoqê 14-0 hesab ji we bipirsim.' Bi dîtina we gelê Kurd ji dêvla ku ji vê yekê ders derxîne, wê sê serdeman bi tayînkirina qeyûman li ser vîna xwe dev ji têkoşîna xwe berde? Hûn ê xelet derkevin”
Herwiha da zanîn, “Ocalan 26 sal in bi israr hewl dide ji zemîna pevçûn û tundiyê derbasî qada siyasî bibe. Bakırhan got: “Wê di demek nêz de nexşerêyek bê ragihandin, lê hûn çi dikin? Ma hûn çareseriyekê dixwazin? Hûn alîgirê çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk in? Hûn ê çawa vê desteserkirina îradeyê çareser bikin? Bi vê dijminatiya li Kurdan hûn ê çawa bigihîjin aştiyê? pirsên xwe arasteyî hikûmetê kir.
Tuncer Bakirhan di berdewama axaftina xwe de wiha got:
“Rizgariya Tirkiyeyê ne di emanet û diziya îradeyê de ye, lê bi hemû rengên vî welatî, bi taybetî jî Kurdan li ser bingehên demokratîk wekhevî û biratî jiyan dike. Ew şaredarî wê her tim ya me be, qeymeqam wê biçin. Yên ku talîmat dane edliyeyê wê biçin. Gelê birûmet ê Komara Tirkiyeyê wê rojekê vî welatî bi awayekî adilane birêve bibe. Gotina min a dawî ev e, biryar bidin: Çareseriya demokratîk, diyalog an dijminatiya Kurdan? Bersiva vê bidin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin