Mazlûm Kobanî bo serok Barzanî: Em bi hevre biryarê bidin
PeyamaKurd- Fermandarê giştî yê HSD ê Mazlûm Kobanî ragihand ku di qedera milletê Kurd de naxwazin bi serê xwe biryarê bidin û got ku ew dixwaze temamê tevgerên siyasî di vê mijarê de destekê bidin wan. Kobanî got ku Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyeka dîrokî de derbas dibe û di herêmê de mêzênên nû çêbûne. Mazlûm Kobanî weha dewam kir:
“Di vê pêvajoya dîrokî de, divê em biryarên dîrokî bidin. Em weke HSD dixwazin tevgerên siyasî destekê bidin me. Em bi hevre biryarê bidin. Em dixwazin temamê tevgerên siyasî yên Rojava bi hevre biryarê bidin. Me bi hemûyan re têkilî danî û bersiva wan erêniye. Bila ev pêngav dewam bike, bo bi yek dev û yek tevegerê û yek biryarê tevbigerin, di dema pêşiya me de bila herkes destê xwe bixe binê kevir. Herkes di cepha xwe de bila fedakariyê bike.”
Mazlûm Kobanî di vê mijarê de beyaneka dirêj daye Rûdawê û di encamê de weha gotiye:
“Gelek Kurd li rêvebiriya herêma Kurdistanê guhdarı dikin, bi wan re tevidgerin û em vêya zanin. Banga me bo rêvebiriya hukumeta Kurdistanê û bi taybetî bo serok Barzanî ew e ku di vê mijarê de roleka erênî bileyîze. Bila tevgera Kurd bi temamî li dora vê berxwedanê, di wê xebata ku em dimeşînin de ciyê xwe bigre. Em bi hevre vê pêvajoyê bi awayeka serkeftî di leha xelkê Kurd de bi encam bidin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin