Guterres: Ti erka min li ser welatan nîne, divê welat bibin yek û biryarê bidin!
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) dema Civata Giştî ya 78an a NY birêve diçe, hevpeyvînek da kanala CNNê.
Antonio Guterres, da zanîn ku Civata Giştî ya NY ne tenê welat, herwiha sektora taybet, civaka sivîl, rêxistinên jin û ciwanan û zanyarên cîhanê jî anîne bav he û got, di dayîna biryarên girîng de, hêza NY bi sînor e û ew hêz jî girêdayî welatan e.
Guterres ragihand ku ew di serdema nû de di hilbijartinên Sekreterê Giştî yê NY de nabe namzed û li ser erka xwe ya di NY de jî got ku li ser welatan ti erk û bandora wî nîne, ji bo wergirtina biryarên girîng, pêwîstî ji her demê bêhtir bi yekbûna dewletên endam heye.
Li ser mijara Ukrayna-Rûsyayê Guterres diyar kir ku Rûsyayê sala 2014an nexwestiye NY wek navbeynkar di Peymana Minskê de cî bigire û da zanîn, ew li qadên destûr hatiye dayîn çi ji destê wan tê dikin.
Guterres herwiha da xuyakirin ku Rûsyayê bi êrîşkirina ser depoyên xidayê re, hewldanên dabînkirina xida û zibil a bo cîhanê têk daye.
Guterres bal kişand ser hevdîtina Pûtîn û Kim Jung û got ku heger Rûsya rêzê li dorpêça çekan negire, wê di Konseya Ewlekariyê de rastî pirseke gelekî cidî bên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin