Dema axaftina Lavrov wezîrên 3 welatan terka civînê dan
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, beşdarî civîna Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropayê bû û dema axaftina wî wezîrên derve yên sê welatan terka civînê dan.
Wezîrê Derve yê Ukrayna Andrii Sybiha, yê Polonya Radoslaw Sikorski û yê Çekyayê Jan Lipavsky, dema ku Lavro li civîna Konseya Wezîran a 31yemîn de dest bi axaftina xwe dikir, terka salona civînê dan.
Her sê wezîran bi hinceta ku Lavrov tawankarê şerê li Ukraynayê ye wekî protesto civîn terikandin.
Wezîrê Ukraynî Sybiha got, "Rûsya bi xwe metirsiya herî mezin a ewlekariya cîhanê ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin