Netanyahu: Nêzîkbûna wan welatan, dê bibe sedema wêraniyê
PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku ew peymana navbera Erebîstana Siûdî û Îranê ya bi navbeynkariya Çînê, dê bibe sedema wêraniyê.
Li gorî Netanyahu, armanca vê rêkeftina ku Riyad bi Tehranê re kiriye, bidawîkirina aloziya li Yemenê ye.
Netanyahu ji CNBC re axivî û got ku peymana di navbera Erebîstana Siûdî û Îranê de "têkiliyeke hindik bi Îsraîlê re heye û bêhtir li ser Yemenê ye. Ez difikirim ku ev yek bi xwestekên bêbandorkirin an jî ji holê rakirina pevçûna demdirêj a li Yemenê re têkildar e.
Em ê hez bikin ku bi Erebîstana Siûdî re aştiyê pêk bînin, ji ber ku ez difikirim ku ew ê ji bo aştiyê bibe pêngaveke mezin. Ji gelek aliyan ve ew ê nakokiya Ereb û Îsraîl biqede. Ez nabêjim ku ev ê nakokiya Filistîn û Îsraîlê biqede.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin