YSKê pistî îtiraza CHPê ji bo 5 welatan dema dengdana gera duyem dirêj kir

16 May 2023 20:01 0 dîtin
YSKê pistî îtiraza CHPê ji bo 5 welatan dema dengdana gera duyem dirêj kir

PeyamaKurd - Piştî ku Partiya Komarî ya Gel (CHP) îtiraz li Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) kir, YSKê îro 16ê Gulanê dema dengdana li 5 welatan ji bo gera duyemîn ya Hilbijartina Serokomariyê, dirêj kir.

YSKê biryar da ku li Amerîka, Kanada, Avustralya, Îrlanda û Brîtanyayê dema proseya dengdanê 2 rojan bê dirêjkirin.

Li gor biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) proseya dengdanê dê li 5 welatên serlêdan bo wan hatiye kirin, di navbera 20-24ê Gulanê de birêve biçe.